image

PeyamaKurd - Li gorî Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Artêşa Iraqê ragihand, Artêşa Iraqê bi Pêşmerge ra gihîştine rêkeftinê.

Bi daxuyaniyekê Peyvdarê Operasyonên Hevbeş ên Artêşa Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî da zanîn, Artêşa Iraqê bi Pêşmerge ra gihîştine rêkeftinê ji bo damezrandina navenda hevbeş, bi armanca dabînkirina ewlehiya li navçeyên ku hêzên pasewanên Herêmê û hêzên federalî lê tune ne.

Lewa Tehsîn diyar kir, ‘‘Em di civîna li gel Pêşmerge da rêkeftin ku rê nadin hemû astengiyên ewlehiyê yên hene û terorîst.

Herwiha da zanîn, rîwayetên ku dibêjin terorist ji Sûriyê ve xwe vedidizin Iraqê, lê metirsiya wan ne zêde ye ku cihê nîgeraniya mezin be, ji ber ku karînên Fermandariya Operasyonên Hevbeş hene, teroristan ji nav bibin.

Demek e Çekdarên DAIŞê derfet dîtine û êrîşî hin navçeyên Iraqê dikin, bi taybet navçeyên di navbera Kerkûk, Selahedîn û Diyale da.