OPECê bi fermî ji Iraqê xwest hinardeya petrola Kurdistanê dest pê bike

OPECê bi fermî ji Iraqê xwest hinardeya petrola Kurdistanê dest pê bike

PeyamaKurd- Rêxistina Welatên Petrolê Hinarde dikin (OPEC) bi fermî daxwaz ji Wezîrê Petrolê yê Federal Heyyan Ebdulxenî kir ku rê bide petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê bo bazarên derve bê şandin.

Jêderekî Wezareta Petrolê ya Iraqê ji medyaya Iraqê re ragihandiye, OPECê daxwaz ji Wezîrê Petrolê yê Iraqê kiriye, rê bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku rojane 200 hezar bermîl petrolê bi rêya bendera Ceyhanê re hinarde bike.

Heman jêderê diyar kiriye, Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyyan Ebdulxenî li ser daxwaza OPECê daxwaz gihandiye Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û niha li benda bersiva wî ye.

Hêjayî gotinê ye, ji 25ê Adara 2023an ve boriya petrolê ya Iraq-Tirkiye bi biryara Dadgeha Tehkîmê ya Parîsê hatiye rawestandin ku karîna wê boriyê ya hinardekirina 1.4 milyon bermîl petrolê rojane heye. Beriya bê rawestandin jî tenê rojane 450 hezar bermîl dihat hinardekirin.

Piştî serdana Erdogan a Iraqê tê çaverêkirin ku li ser hinardeya petrolê lihevkirin çêbe û hinardeya petrola Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ji nû ve dest pê bike.