PeyamaKurd- Serokê hikûmeta veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera, îro serdana Moskowê kir û ligel Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn civiya.
Dema hevdîtina ligel Şera, Pûtîn daxuyanî dan û bêyî navê Kurdan û HSDê bide got: “Me hewldanên we yên ji bo ji nû ve avakirina yekparçebûna Sûriyê ji nêz ve şopand. Ji bo we lez daye vê proseyê we pîroz dikim.”
Pûtîn diyar kir ku ew piştevaniya hemû hewlên bo parastina yekparçebûna Sûriyê dikin û li ser lihevkirina bi HSDê re jî wiha axivî:
“Hêvî dikim gava herî girîng a entegrasyonê bicih were û bi giştî bibe alîkar ji ji nû ve pêkan3ina yekparçebûna Sûriyeyê.”