Amerîka: Hemasê di daxwazên xwe yên bo radestkirina rehîneyan de guhertin kir

Amerîka: Hemasê di daxwazên xwe yên bo radestkirina rehîneyan de guhertin kir

PeyamaKurd- Hate ragihandin li demeke ku fişara li Îsraîlê rawestandina êrîşên ser Xezzeyê zêde bûye de, Hemasê jî daxwaziyên xwe yên bo radestkirina rehîneyên îsraîlî yên di destê wan de guhertin kiriye.

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku Hemasê di hevdîtinên bi navbeynkariya Misir û Qeterê de, daxwaziyên xwe guherandine.

Miller daye xuyakirin ku wê Amerîka ji bo lihevkirineke ser rawestandina şerê li Xezzeyê û berdana rehîneyên di êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmehê de hatine revandin fişarên xwe li ser aliyan bidomîne.

Li aliyê din Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû di girtevîdyoyekê de ragihandiye ku ew dê di rojên pêş de derbên giran li Hemasê bixin û dê heta azadkirina 129 rehîneyan û gihîştina serkeftinê êrîşên wan dewam bikin.