Antony Blinken: Çi pêwîst be, em amade ne

Dîroka Weşanê :
Antony Blinken: Çi pêwîst be, em amade ne

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku ew bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu re axiviye û da zanîn ku biryar hatiye dayîn 85 milyon dolar alîkariya zêde ji bo mexdûrên erdhejê yên li Tirkiye û Suriyeyê bê kirin.

Antony Blinken, îro di derbarê hevdîtina ku bi rêya telefonê ligel Mevlut Çavuşoglu kir de got,

"Ez îro, bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu re bi telefonê axivîm û ya girîng em li ser piştgiriya Amerîkayê ya ji bo alîkariyên erdhejê axivîn. Em bi biryar in ku ji bo mexdûrên Tirkiye û Suriyeyê her tiştî bikin.”

Wezîr Blinken diyar kir ku wan îro biryar daye ku 85 milyon dolar alîkariya zêde ji bo erdhejzedeyan bikin.

Hat ragihandin ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji Amerîkayê ber bi Tirkiye û Suriyeyê ve diçin, li parêzgeha Semsûrê ya ku ji ber erdhejên li Tirkiyeyê mexdûr bû, navendeke operasyonê ava kirin. 

Duh jî hatibû diyarkirin ku dê personelên nû tevlî tîmên bi cerebe yên Amerîkayê yên di warê 'lêgerîn û rizgarkirina bajaran' de pispor in.