Bi mosekan êrîsî Baregeha Hevpeymaniya Navdewletî kirin: 3 lesker birîndar bûn

Dîroka Weşanê :
Bi mosekan êrîsî Baregeha Hevpeymaniya Navdewletî kirin: 3 lesker birîndar bûn

PeyamaKurd – Bi 2 moşekan do bi şev êrîşî Baregeha Hevpeymaniya Navdewletî li Dêrazorê kirin û di encamê de 3 leşkerên Amerîkî birîndar bûn.

Li gor Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir, êrîşkaran bargehên leşkerên Amerîkayê yên li herêmê kirine hedef û piştrast kir ku 3 leşker birîndar bûne.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê da zanîn, hêzên Amerîkayê bi helîkopterên Apache bi çend êrîşên asmanî bersiva wan êrîşan dane û sê otomobîl û alavên ku ji bo avêtina hin roketan dihatin bikaranîn têk birine.

Herwiha CENTCOMê destnîişan kir, nirxandina destpêkê amaje bi wê yekê dike ku du yan sê çekdar ku ji aliyê Îranê ve piştevaniya wan tê kirin, hatine kuştin.

Di berdewamiyê de CENTCOMê da zanîn, hêzên Amerîkayê di bersiva êrîşên moşekî de du bingehên komên çekdar kirine armanc û li gor zanyariyên destpêkê jî çekdarên “kuştî ser bi komên nêzîkî Îranê ne”.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê destnîşan kir, di êrîşa komên çekdar de 3 serbazên Amerîkî bi sivikî birîndar bûne, ku yek ji wan birîna wî sivik bûye û hatiye dermankirin û vegeriyaye ser erkê xwe, du kesên din jî tên dermankirin.

Fermandarê CENTCOMê General Michael Erik Kurilla di daxuyaniyê de eşkere kir: “Em rewşê ji nêz ve dişopînin. Ji bo sivikkirina metirsiyên li herêmê, şiyanên me yên tam hene. Em bi tevahî bi hêza xwe ya parastina hêzên xwe û hevkarên Hevpeymaniyê ji êrîşan bawer in.”

Herî dawî General Kurilla diyar kir, ew li alozkirina rewşê û şer nagerin, lê hemû rêkaran ji bo parastina serbaz û hevbeşên xwe digirine ber.