PeyamaKurd – Piştî êrîşa şeva borî ya li sînorên Sûriye-Iraqê bi fermana rasterast a Serokê Amerîka Joe Biden bi ser Heşda Şeibî de, Desteya Heşda Şeibî daxuyaniyek belav kir.
Heşda Şeibî di daxuyaniyê de got: “Em êrîşa Amerîka şermezar dikin, mafê me ya yasayî ye ku bersiva her destdirêjiyekê bidin. Ev êrîş binpêkirina serweriya Iraqê ye.”
Di wê derbarê de Desteya Heşda Şeibî daxuyaniyek belav kir û ew êrîşa Amerîkayê şermezar kir û bi destdirêjiya li ser serwerî û xaka Iraqê bi nav kir.
Desteya Heşda Şeibî derbarê êrîşa hêzên asmanî yên Amerîkayê de got, balafirên şer ên Amerîka 3 baregehên Heşda Şeibî li Iraqê bombebaran kirin û bû sedema kuştina 4 çekdarên Heşda Şeibî.
Desteyê diyar kir, êrîşa li dijî her du Lîwayên (14 û 46) ên hêzên Heşda Şeibî li parêzgeha Enbarê di dema di erka xwe ya rojane ya şerê li dijî çekdarên DAIŞê de bûn pêk hatiye û tê gotin: “Heşda Şeibî di bin fermana hêzên hevbeş ên Iraqê de çalakiyên xwe dikin, lê em ne razî ne ku hêzên biyanî li Iraqê bimînin.”
Herwiha Desteya Heşda Şeibî dibêje, artêşa Amerîka hin zanyariyên ne rast derbarê bombebaranê de belav kirine, ti komgehên çek û teqemeniyê yên Heşda Şeibî nehatina armanckirin.
Di berdewamê hat gotin, “Ev êrîş di çarçoveya lawazkirina Iraq, hêzên wê yên ewlehiyê û Heşda Şeibî de tê.”