PeyamaKurd - Dezgeha Hewalgirî û Lekolînê ya Federal a Iraqê ragihandiye ku 6 gumanbarên ji xelkê Sûriyê, xwestine ji Sûriyê derbasî Iraqê bibin, li ser sînor hatine girtin û bi wan re 11 hezar û 900 perçeyên bombeyên destî û klaşnîkofan hebûne.
Dezgeha Hewalgirî û Lekolînê ya Federal a Iraqê bi alîkariya fermandariya hêzên sînor yên bi ser wezareta navxwe ya Iraqê ve, 6 kesan girtine ku dixwestin di ser Şengalê de herin Iraqê.
Herwiha gotin ku hêzên wan dest danîne ser ser 11 hezar û 900 perçeyên bombeyên destî (narincok) û klaşnîkofan.