PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê bersiva endamekî Tevgera Hikme da ku sivikatî bi Pêşmerge kiribû.
Wezaretê ragihand, endamê Tevgera Hikme Rehîm Ebûdî di kanaleke televîzyoneke Iraqî, de, sivikatî bi navê Pêşmerge kiriye û hat gotin, ew kes bi wan derbirînên xwe yên şovenî îsbat dike ku yek ji wan kesan e ku nexwazin Iraq aram bibe û netew û olên cihê bi hev re bijîn û hêzên ewlehiyê yên Iraqê wan biparêzin.
Wezareta Pêşmerge diyar kir, ew axaftinên wî endamê Iraqî û hemû nêrîn û helwêstên ku di çarçoveya şovenîzm û xweferzkirinê de dixwazin raya giştî provokate bikin, bi tundî şermezar dike.
Wezaretê di daxuyaniyê de destnîşan kir, Hêza Pêşmerge li gor qanûn û destûra Iraqê û di çarçoveya sîstema berevaniya Iraqê de kar dike û wê berdewam be li ser karê xwe jî.
Wezareta Pêşmerge da zanîn, Hemû alî vê yekê fêm dikin ku eger Hêza Pêşmerge nebûya, ewlehî û aramiya li piraniya navçeyan dê heta niha jî di metirsiyeke mezin de bûya.
Wezaretê dawiyê got, "Ev daxuyanî û daxuyaniyên bi vî awayî bi ti awayekî xizmeta gelê Iraqê û parastina yekrêziyê nakin. Wezareta Pêşmerge wek erkê xwe dibîne, ku rêkarên qanûnî li dijî kesê navhatî (Rehîm Ebûdî) pêk bîne.^”
Ebûdî di hevpeyvîneke televîzyonê de, bi awayekî "ne guncav" behsa hêzên Pêşmerge kiribû û ew wek hêzên ne-dewletî bi nav kiribû.
Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlamentoya Iraqê jî li ser vê bêrêzî û sivikatiyê bang li Tevgera Hikme kir ku helwesteke zelal li hember nûnerê tevgerê li parlamentoya Iraqê bigire.