Erdogan: Em ji hevpeymanên xwe ji bo PKK/YPGê helwesteke zelal dixwazin!

Dîroka Weşanê :
Erdogan: Em ji hevpeymanên xwe ji bo PKK/YPGê helwesteke zelal dixwazin!

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, piştî lûtkeya NATOyê li bajarê Vilnius ê Lîtvanya civîneke rojnamevanî li dar xist.

Erdogan li ser mijara dirêjkirina dema peymana dexlê ya Ukrayna diyar kir ku Zelensky dixwaze berdewam bike û hin pêşniyazên Pûtîn jî hene ku ew niha di hewla xebatên çareseriyê de ne.

Serokomarê Tirkiyê, rexne li piştgiriya bo PKK/YPG/PYDê ya welatên hevpeymanên NATOyê ya li Rojavayê Kurdistanê girt û got, ‘Têkoşîna dijî terorê ji bo me xeta sor e. Em êdî ji hemû hevpeymanên xwe di vê mijarê de, helwesteke zelal û biryardarîyê dixwazin.”

Erdogan herwiha pêwendiya Amerîka û hevpeymaniyê ya li Rojavayê Kurdistanê bi PYD/YPGê re jî wekî pêwendiyeke tewş ku zirarê dide yekîtiya hevpeymaniya NATOyê nirxand.

Li ser mijara endamtiya Swêdê ya NATOyê jî Erdogan got ku cihê protokolên tevlîbûna Swêdê ya NATOyê bipejirîne parlamento ye û dê parlamenterên wan jî pêvajoyê ji nêzîk ve bişopînin.