Esad: Ser neqediyaye, em qiymetên xwe diparêzin

Dîroka Weşanê :
Esad: Ser neqediyaye, em qiymetên xwe diparêzin

PeyamaKurd – Serokê Sûriyê Beşar Esed tevlî bernama TV ya Çînê ya bi navê CCTV bû û ragihand ku li welatê wî şer neqediyaye û xelkê Sûriyê dikare welatê xwe ava bike. Esed axaftina xwe weha dewam kir:

“Herêma me bi her cûre talûkeyan re rû bi rû ye. Talûka rojava ya liberal ku koka wê Amerîkaye û tundî heye.

Dewleta Çînê di formên dunyayê de û di konseya ewlehiyê de destekê da Sûriyê. Dema em li rewşa dinyayê ya ku tê de ye dinêrin, dorpêçên aborî yên ku Rojava daniye ser Sûriyê, gelek normale ku bike têkiliyên me û Çînê pêş bikevin.”

Esad got ku di dinyayê de Çîn xwediyê roleka mezine û weha dewam kir:

“Dema Çîn behsa ortaxiyê dike, behsa qaîdeyekî nûh dike. Ne behsa hegemonyayê dike. Lê pêdiviya welatên biçûk bi rola Çînê heye. Rola Çînê mezine. Ev, ji bo me girînge û em bi rêvebirên Çînê re li serê rawestiyan. Gelek terefên wê hene; Çîn desteka mirovî dide Sûriyê û êşa me kêm dike. Em xalan destnîşan dikin. Dema em dagerin Sûriyê, em ê van xalan bikin proje, mekanîzmayan pêş bixin û dê civîn çêbibin.

Şer neqediya ye û em hêj di nav şer de ne. Lê dixwazim bêjim di dîrokê de heya niha li ser korîdora îşxalêye. Kengê talankerekî were dê bajarên me biherifîne lê wê Sûriye ji nûh de ava bibe.”