Finlandiyayê biryara xwe ya endamtiya NATOyê eskere kir

Dîroka Weşanê :
Finlandiyayê biryara xwe ya endamtiya NATOyê eskere kir

PeyamaKud-Finlandiyayê biryara xwe ya ji bo endamtiya NATOyê, bi raya giştî ya cîhanê re parve kir. Biryar, ji aliyê Serokomar û Serokwezîra Finlandiyayê ve hat ragihandin. Hat ragihandin ku dê Finlandiya di demeke kurt de serlêdana NATOyê bike û ji bo vê jî dê gavên xwe zûtir bihavêje.

Serokomarê Finlandiyayê Sauli Niinisto û Serokwezîra Finlandiyayê Sanna Marin, bi daxuyaniyeke hevpar ragihand ku ew ê serlêdana welatê xwe ji bo endamtiya NATOyê bikin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî dema biryardayînê nêzîk bûye, ew nêrînên xwe yên hevpar, bi grûpên parlementer û partiyan re parve dikin.

 Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di pêvajoya şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de ew pêşî li mezinbûna tifaqê vedikin û ji bo vê jî serî li NATOyê didin. Hat ragihandin ku dê endamtiya Finlandiyayê ya NATOyê, tifaqa berevanî û ewlehiya welêt bihêztir bike.

Niha çav li rê ne ku Swêd jî di rojên pêş de biryara xwe ya endamtiya NATOyê eşkere bike.