PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Fransayê bi daxuyaniyekê hişyarî da welatiyên xwedî du hemwelatiyên Fransa-Îranê ku her çi bibe jî serdana Îranê nekin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ji bilî welatiyên xwedî du hemwelatiyan bila welatiyên Fransayê yên li Îranê jî baldar bin û tedbîrên xwe yên pêwîst bistînin.
Herwiha ji hemwelatiyên Fransa yên li Îranê hat xwestin ku geştên xwe yên nav Îranê sînordar bikin û ji civînên cemawerî dûr bisekinin ji ber ku xeterî heye bi awayekî kêfî werin girtin û bên darizandin.