Fransayê, pistgiriya NATOyê da wî welatî!

Dîroka Weşanê :
Fransayê, pistgiriya NATOyê da wî welatî!

PeyamaKurd- Dezgeha medyaya Fransî Le Monde ragihand ku rêveberiya Parîsê biryar daye ku piştgiriyê bide endamtiya Ukraynayê ya NATOyê.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, ev yek ji bo Ukraynayê wekî garantiya ewlehiyê û her wiha wekî gaveke ku dê Rusyayê ji şer paşde bikişîne hat qebûlkirin.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat destnîşankirin ku di civîna konseya parastinê ya ku li Koşka Elysee hat lidarxistin de hegera ku Kiev tevlî Hevpeymaniya Atlantîkê bibe ku heta niha ji aliyê Parîs, Berlîn û Washingtonê ve hatibû derxistin, lê ji aliyê welatên Ewropaya Navîn ên wekî Polonya û welatên Baltîkê ve

Fransa beriya civîna bilind a NATOyê ya salane ya ku biryar e di 11 û 12ê Tîrmehê de li Vilnius a paytexta Lîtvanya pêk were, nêzîkatiyek bi vî rengî dike.