Hizbullaha Iraqê gef li Amerîkayê xwar: Êrîş dîsa dest pê dikin

Hizbullaha Iraqê gef li Amerîkayê xwar: Êrîş dîsa dest pê dikin

PeyamaKurd- Koma Hizbûllah a Iraqê (Ketayîb Hizbûllah) ragihand ku piştî serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya Amerîkayê, hatiye fêmkirin ku Amerîka hêzên xwe venakişîne û ew dê ji nû ve dest bi êrîşên ser binkeyên amerîkî bikin.

Di daxuyaniya Hizbullahê ya li ser kanala Telegramê hatiye belavkirin de hatiye gotin, wan 3 meh daye Sûdanî ku Amerîkayê razî bike û ji nav erda Iraqê hêzên xwe vekişîne, lê heger piştî serdana Sûdanî ya Washingtonê encamek dernekeve ew dê operasyonên xwe yên dijî hêzên Amerîkayê ji nû ve bidin destpêkirin.

Hate diyarkirin ku piştî hatiye fêmkirin wê hêzên biyanî ji Iraqê venekişin, ew li biryara xwe ya çalakiyên dijî hêzên biyanî vegeriyane.

Li aliyê din Tora Medyayî ya Ewlekariya Iraqê doh 22yê Nîsanê ragihandibû ku hêzên Iraqê li dijî komên bi moşekan êrîşî binkeya Amerîkî kiriye, operasyon daye destpêkirin.