Îran: Em dikarin di nav hefteyekê de bombeya atomê biceribînin

Îran: Em dikarin di nav hefteyekê de bombeya atomê biceribînin

PeyamaKurd- Tevî ku heta niha Îranê red dike ku ew bernameya nukleerî ji bo çêkirina  bombeya atomî bikar tîne jî berpirsekî Îranê ragihand ku ger destûr hebe ew dikarin di nav hefteyekê de bombeya atomî biceribînin.

Fermandarekî Supaya Pasdarên Îranê bi navê Cewad Kerîmî Quddûsî ku bixwe nûnerê meclîsa Îranê yê Meşhedê ye, li ser hesabê xwe yê Xê got: “Ger destûr ji me re bê dayîn, ji bo yekem ceribandina bombeya atomî tenê hefteyek bo me hewce ye.”

Berpirsê Îranî bi vê daxuyaniyê piştrast kir ku Îran bernameya nukleerî ji bo çekên nukleerî bikar tîne tevî ku li gorî yasayên Îranê çeka atomî heram tê dîtin.

Ajansa Navdewletî ya Atomî jî beriya niha ragihandibû ku ji bo berhemanîna 3 bombên atomî, li Îranê Uraniyûma meyandî ya bi tîrbûna %60 heye.