PeyamaKurd – Li gorî nûçeyên di medya Erebî de belav bûne, Îran di demên dawî de hewl dide serweriya xwe ya li nav Sûriyê misoger bike û ji bo vê jî zextan li rêveberiya Beşar Esed dike.
Li gorî nûçeya rojnameya Şerq El Ewsatê, bi taybet piştî şerê Ukraynayê, Îran hewlên bo misogerkirina hêzên xwe di nav erda Sûriyê de tevî êrîşên Îsraîlê jî zêde kirine û li beramberî alîkariyên aborî bo rejîma Esed dixwaze tawîzên zêdetir ji rejîma Sûriyê bistîne.
Tehranê di dema serdana serokê Sûriyê Beşdar Esed a 1ê Gulana borî ya bo Îranê de soz dabû Beşar Esed ku 3 keştiyên petrola xam û berhemên petrolê bişîne Sûriyê, lê heta niha ji ber zextên li ser Şamê sozên xwe bi cih neanîne.
Di nûçeyê de bi zarê çavkaniyeke dîplomatîk tê gotin, niha rewşa aborî ya Sûriyê ya ya herî xirab a deh salên dawî ye û Îran jî dixwaze sûd ji wê werbigire, tawîzên serwerîyê yên mezin bi dest bixe, ji ber ku niha pêwîstiya Şamê herî zêde pê heye û Rûsya jî bi şerê Ukranyayê re mijul e.