Iraq: Em ê PKKê wek mêvan û penaber bibînin

Iraq: Em ê PKKê wek mêvan û penaber bibînin

PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Awadî diyar kir ku Iraq û Tirkiye li ser mijara PKKê li hev dikin û got, "Em rê nadin PKK li ser xaka Iraqê çalakiyên siyasî û leşkerî bike."

Awadî dema li ser helwesta Iraqê ya li hemberî PKKê daxuyanî da, diyar kir ku wê di mijarên ewlehiyê de di navbera Tirkiye û Iraqê de hevkarî û hemahengî hebe.

Awadî bal kişand ser wê yekê ku wan di dema borî de ji bo aramiya sînorên di navbera her du welatan de gelek xebat kirine û got ku ew kar dikin ku bi Tirkiyê re peymaneke ewlehiyê ya mîna Îranê îmze bikin.

Basım Awadi di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:

“Komîteyên hevbeş ên ewlehiyê yên di navbera Iraq û Tirkiyê û dezgehên sereke yên şêwirmendiya ewlehiyê ya her du aliyan berdewam di gotûbêjan de ne û li ser pirsa PKKê nîv-lihevkirinek çêbûye. Herî dawî ev rêxistin wek mêvan li vir e, em rê nadin ku li ser axa Iraqê çalakiyên xwe yên siyasî û leşkerî pêk bîne, em ê wek penaber di bin çavdêriya rêxistinên navdewletî de pê re mijûl bibin.”