Li Dêrazorê bombe bi otomobîla HSDê de hate teqandin
PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li gundewarê rojhilatê Dêrazorê mayîneke ku şaneyên çekdarên DAIŞˊê çandibû bi otomobîleke HSDê de teqiya, lê ti kes birîndar nebû.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku mayîneke şaneyên çekdarên DAIŞˊê li ser rêya bajarokê Sûsê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê çandibû bi otomobîleke HSDˊê de teqiya.
Li gorî daxuyaniyê, di encama teqînê de ti şervanên wan birîndar nebûn, lê tenê zirarên sivik di otomobîlê de çêbûn.
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.