Li Malêzyayê helîkoptêr li hev ketin: 10 kesan can dan

Li Malêzyayê helîkoptêr li hev ketin: 10 kesan can dan

PeyamaKurd - Li Malêzyayê, di kêliya rahênana leşkerî ya merasima Hêzên Deryayî ya Keyaniya Malezyayê de 2 helîkopterên hêzên deryayî li hewa li hev ketin û di encamê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî dîmenên ku di medyaya Malêzyayê de hatine weşandin, helîkopterek li perwaneya ya din dikeve û li erdê dikevin.

Bûyer li gor demjimêra herêmê di 09.30î de li bajarokê Lumutê ku baregeha deryayî ya Malêzyayê li wê derê ye pêk tê.

Hate ragihandin ku di encama bûyerê de her 10 kesên ku di herdu helîkoptêran de bûne li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane.

Rayedarên Malêzyayê diyar kirin ku meytên candanan ji bo diyarkirina nasnameyan arasteyî Nexweşxaneya Leşkerî ya Lumut a Hêza Deryayî ya Keyaniya Malezyayê bûne.

Herwiha hate ragihandin ku wê ji bo lêkolînkirina sedema bûyerê lijneyek lêkolînê bê sazkirin.