Londonê pêşnûmayasaya şandina Ruwandayê ya koçberan pesend kir

Londonê pêşnûmayasaya şandina Ruwandayê ya koçberan pesend kir

PeyamaKurd - Plana ku hikûmeta Brîtanî du sal in hewl dide hin penaberên ku bi rêyên deryasayî derbazî vî welatî bûne bişîne welatê Rojhilatê Afrîkayê Ruwandayê, li Encumena Avamê hate pesendkirin.

Plan wê piştî îmzekirina Key Charlesê 3yem bibe yasa.

Berî civîna dawî serokwezîr Rishi Sunak ragihand ku wê di nav 10-12 hefteyan de geştên destpêkê yên ber bi Ruwandayê ve dest pê bikin.

Bi vî awayî, hikûmet armanc dike ku bi derbazbûna Kanala Îngilîz, bi ser Fransayê re, hejmara keştiyên ku digihêjin Brîtanyayê kêm bike.

Herçend hikûmet bi biryardarî hewl bide ku vê planê pêk bîne jî, ji aliyê din ve ev plan li Brîtanyayê bû sedema nîqaşên tund.

Dadgeha Bilind: Ruwanda wek welatekî bi ewle nayê hesibandin

Di derbarê mijdarê de, Dadgeha Bilind a Brîtanyayê biryar da ku ev plan neyasayî ye. Di sedema biryara xwe de dadgehê destnîşan kir ku li gorî yasayên heyî yên Brîtanyayê, Ruwanda wek welatekî bi ewle nayê hesibandin.

Piştî vê biryara Dadgeha Bilind hikûmetê ji bo domandina planê pêşnûmayasayeke bi navê 'Ewlehiya Ruwandayê' amade kir û Parlamentoyê heta sibeha Sêşemê li ser vê pêşnûmayasaya nû nîqaş kir.

Pêşnûmayayasa beriya niha jî gelek caran di navbera Encumena Avamê û Encumena Lordan de çûbû û hatibû.

Dema ku pêşnûmayasa ji aliyê Encumena Avamê ve hate pesendkirin jî, di televizyonên Brîtanya û Fransayê de dîmenên koçberên ku ji bajarê peravê yê Fransayê Calaisê, bi qeyikan hewl didan derbazî Brîtanyayê bibin dihate weşandin.

Polêsê Fransayê ragihand ku îro danê sibê keştiyeke ku zêdetirî 100 koçber tê de bûne noqî avê bûye û di encamê de herî kêm 5 kesan can daye.