NY: Cîhan nikare şerê leşkerî di navbera Hindistan û Pakistanê de ragire

PeyamaKurd – Li gorî agahiyan, Neteweyên Yekbûyî ji ber êrîşa Hindistanê ya li ser Pakistanê pir bi fikar e. Berdevkê NY Stephane Dujarric derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da.

Dujarric nîgeraniya xwe ya kûr li ser operasyonên leşkerî yên Hindistanê anî ziman.

Dujarric bang li herdu welatan kir ku heta karibin rawestin û got, "Cîhan nikare şerekî leşkerî di navbera Hindistan û Pakistanê de ragire."

Artêşa Hindistanê ragihandibû ku wan li Pakistan û herêma Azad Keşmîr a Pakistanê operasyoneke leşkerî li dijî "hedefan" daye destpêkirin.

Rêveberê Giştî yê Pêwendiyên Giştî yê Artêşa Pakistanê (ISPR), Lîtnant General Ahmed Şerîf Chaudhry diyar kir ku Pakistan wê di dem û cihê ku ew hilbijêre de bersiva êrîşên moşekî yên Hindistanê bide.

PeyamaKurd – NY: Cîhan nikare şerê leşkerî di navbera Hindistan û Pakistanê de ragire

Li gorî agahiyan, Neteweyên Yekbûyî ji ber êrîşa Hindistanê ya li ser Pakistanê pir bi fikar e. Berdevkê NY Stephane Dujarric derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da.

Dujarric nîgeraniya xwe ya kûr li ser operasyonên leşkerî yên Hindistanê anî ziman.

Dujarric bang li herdu welatan kir ku heta karibin rawestin û got, "Cîhan nikare şerekî leşkerî di navbera Hindistan û Pakistanê de ragire."

Artêşa Hindistanê ragihandibû ku wan li Pakistan û herêma Azad Keşmîr a Pakistanê operasyoneke leşkerî li dijî "hedefan" daye destpêkirin.

Rêveberê Giştî yê Pêwendiyên Giştî yê Artêşa Pakistanê (ISPR), Lîtnant General Ahmed Şerîf Chaudhry diyar kir ku Pakistan wê di dem û cihê ku ew hilbijêre de bersiva êrîşên moşekî yên Hindistanê bide.

Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.