PeyamaKurd – Komîsyarê nû yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Mafên Mirova Volker Turk diyar kir, li seranserê cîhanê di nava 10 salên borî de 958 rojnamevan hatine kuştin.
Volker Turk do li Viyenayê di konferanseke rojnamevanî de da zanîn, di nava 10 salên borî de 958 rojnamevan hatine kuştin û herwiha di nava wê demê de zêdetirî 1000 rojnamevan hatine zindanîkirin û got: “Ev yek nayê qebûlkirin.”
Wezareta Karên Derve ya Nemsayê (Awûsturya) bi hevkariya Neteweyên Yekgirtî ahenga 10 saliya karê Neteweyên Yekgirtî yê li ser parastina silametiya rojnamevanan saz kir.
Komîsyarê nû yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Mafên Mirovan Volker Turk destnîşan kir: “Li nêzîkî 50 welatan, rêkarên pêwîst hatine pêkanîn ji bo parastina giyanê rojnamevanan.”