PeyamaKurd- Rayedarên Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji ber zêdebûna pirsgirêkên ewlehiyê yên li herêma Sahelê, zêdetirî 34,5 milyon kes hewcedarê alîkariyên mirovî ne.
Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma Sahelê tundûtûjî zêde dibe, koçberî qeyrana xurek û mirovî ya ku ji ber bêewlehî û metirsiyên avhewayê çêdibe her ku diçe xirabtir dibe.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sedemên sereke yên hewcedariya alîkariya mirovî ya di sala 2023yan de pevçûn û tundî ne û hat diyarkirin ku li Burkina Faso, Çad, Mali, bakurê Kamerûn û bakurê rojhilatê Nîjeryayê ji ber sedemên ewlehiyê gel bi pirsgirêkên cuda re rû bi rû ne.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji 34,5 milyon nifûsa herêma Sahelê ya ku bi qasî 109 milyon kesî pêk tê, hewceyî bi alîkariyên însanî û parastinê hene û hat gotin ku hewcedariya 6 milyon kesî jî bi asta "felaketê" heye.