Parêzgerê Îstenbolê Gül: Pîrozkirina 1ê Gulanê li Taksimê nabe

Parêzgerê Îstenbolê Gül: Pîrozkirina 1ê Gulanê li Taksimê nabe

PeyamaKurd – Parêzgerê Îstenbolê Davut Gül berya hatina 1ê Gulanê ku roja cejna karkeraye, ragihand ku îsal wê li taxa Taksîmê 1ê Gulanê nê pîrozkirin. Parêzger Gül got:

“Taksim ji bo temamê ahengên weha girtiye. Herkesê ku daxwaz kir, me ji wan re got ku nabe li Taksimê pîrozbahî bên kirin. Wê di derveyê Taksimê de li sehayekî bê pîrozkirin.

Hun dizanin pîrozbahiyên weha ji sala 2012an heya niha nayên pîrpozkirin. Lewra Taksim ne tenê ji bo ahengên weha her weha ji bo temamê tevgerên weha girtiye. Di derveyê Taksimê de bila ji bo xwe ciyekî destnîşan bikin. Em jî tedbîra asayîşê û yên din ji bo wan bistînin.”