PeyamaKurd – Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ragihand ku Rûsya ji ber êrîşên ser Ukraynayê ji endamtiya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye derxistin.
Ji navenda DMMEyê ya bajarê Strazburg ê Fransayê hat ragihandin, piştî ku endamtiya Rûsya ya Konseya Ewropayê,16ê Adara 2022yan hatiye bidawîkirin, di çarçoveya madeya 58an de, ji nav PMMEyê jî wekî aliyekî peymanê hatiye derxistin.
Li gorî vê biryarê êdî pozîsyona Rûsya ya destnîşankirina dadgerekî bo PMMEyê hatiye bidawîkirin û piştî 16ê Îlona 2022yan jî êdî serlêdanên binpêkirinên mafên mirovan ên ji Rûsyayê wê neyên wergirtin.
Dadgehê diyar kiriye ku heta 16ê Îlonê 17 hezar û 450 serlêdanên ji Rûsyayê gihîştine ber destê wan.
Rûsya, 28ê Sibata 1996an bûbû endamê Konseya Ewropayê.