Serokkomar Erdoğan: “Ez ê bi serokê CHPê Özgür Özel re di hefteya pêşiya me de hevdîtin bikim”

Serokkomar Erdoğan: “Ez ê bi serokê CHPê Özgür Özel re di hefteya pêşiya me de hevdîtin bikim”

PeyamaKurd – Di resepsiyona 23ê Nîsanê de di meclisa Tirkiyê de ji serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Eredoğan di mijara hevdîtina bi serokê CHPê Özgür Özel re, rojnamevan pirsekî kirin.

Erdoğan ragihand ku daxwazekî weha hatiye kirin û wê di hefteya pêşiya me de bi Özel re hevdîtinê bike.

Di hevdîtinê de wê Özel di kîjan mijaran de bi Erdoğan re hevdîtinê bike ne zelale lê ji aliyê AKPê de tê gotin ku wê di nav mijarên hevdîtinê de guhertina destûrê hebe. Lê li gor Özel; divê berya her tiştî AKP li pey destûra heyî here heya destûrê biguherînin.

Wisa xwuya dike ku CHP xwe nade ber guhertina destura sala 1982 ya orgeneral Kenan Evren.