Serokomarê Almanya Steinmeir serdana Dîlokê kir

Serokomarê Almanya Steinmeir serdana Dîlokê kir

PeyamaKurd- Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ku ji bo serdana Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çûbû Stenbolê îro 23yê Nîsanê derbasî bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê bû.

Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier bi sedema 100 saliya destpêkirina pêwendiyên dîplomatîk ên Tirkiye û Almanyayê serdaneke 3 rojan bo irkiye û Bakurê Kurdistanê kir.

Frank-Walter Steinmeier îro ji Stenbolê derbasî Dîlokê bû û Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahîn û berpirsên din re hate ba hev.

Biryar e Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier piştî Dîlokê derbasî paytexta Tirkiye Enqereyê bibe.