Serokwezîrê Îsraîlê bang li Misrê kir: Bûyera li ser sînorê Misirê bûyereke cidî û awarte ye

Dîroka Weşanê :
Serokwezîrê Îsraîlê bang li Misrê kir: Bûyera li ser sînorê Misirê bûyereke cidî û awarte ye

PeyamaKurd Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir, êrîşa ku 3 leşkerên Îsraîlê li ser sînorê Misrê hatin kuştin awarte ye û got, ew li bendê ne ku ji rêveberiya Misrê lêpirsîneke hevpar a berfireh were kirin.

Benjamin Netanyahu di axaftina xwe ya di civîna heftane de nirxandin kirin li ser bûyera ku di 3ê Hezîranê de li ser sînorê welatê xwe û Misrê dema ku polîsên Misrê gule li leşkerên Îsraîlê reşandin, 3 leşkerên Îsraîlê û polîsê Misrê yê ku êrîş pêk anîbûn hatin kuştin.

"Bûyera li ser sînorê Misirê bûyereke cidî û awarte ye û wê bi hûrgilî were lêkolînkirin. Îsraîl peyamek zelal da hikûmeta Misirê û diyar kir: “Em li bendê ne ku lêkolîna hevbeş berfireh be. Ev beşek ji hevkariya ewlekarî ya girîng a di navbera me de ye ku bi salan sûd ji her du welatan wergirt."

Netanyahu da zanîn, di sala 2013an de li ser sînorê Îsraîl-Misrê astengî hat çêkirin rê li ber hatina koçberan ber bi Îsraîlê ve girt û got, "Lê belê hîna jî li ser sînor qaçaxçîtî heye û terorîst dem bi dem hewl didin ku bendê bişkînin û êrîşî hêzên me bikin."

Herwiha Netanyahu got, "Em ê hemû prosedur, rêbaz û amûran nû bikin da ku qaçaxçîtiyê kêm bikin û pêşî li dûbarebûna êrîşên bi vî rengî yên trajîk bigirin."