Taksîm ji 1ê Gulanê re hate qedexekirin

Taksîm ji 1ê Gulanê re hate qedexekirin

PeyamaKurd - Li Tirkiyeyê pîrozbahiya Cejna Karkeran a 1ê Gulanê ya li Meydana Taksîmê ya Stenbolê ku bûye sembola vê cejnê û piraniya sendîkayên karker û kedkaran daxwaz dikirin ku îsal li meydanê bê pîrozkirin hate qedexekirin.

Parêzgerê Stenbolê Davut Gul di derbarê mijarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku îsal meydan ji pîrozbahiyê re girtî ye.

Davut Gul got: "Îsal ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê Meydana Taksîmê girtî ye. Herêma ku wê pîrozbahî lê pêk bên, wê vê hefteyê bê aşkerekirin."

Walî Gul diyar kir ku sendîkayên ku xwestin cejnê li Qada Taksîmê pîroz bikin hebûn, lê wan ev biryar ji wan re ragihandine û got: "1ê Gulanê wê li herêmeke derveyî Taksîmê bê pîrozkirin. Taksîm ji hemû çalakiyên wiha re girtî ye."