PeyamaKurd – Çekdarên Tevgera Talîban a Afganistanê piştî vekişîna Amerîkayê, cara yekem navenda eyaleteke Afganistanî xistin bin kontrola xwe.
Hat ragihandin ku Tevgera Talîban pêşveçûna leşkerî ya li nav erda Afganistanê berdewam dike û herî dawî jî yekem car paytexteke eyaleteke welat xistiye bin kontrola xwe.
Li gorî ragihandina polîsê eyaleta Nemruzê, Talîbanê paytexta eyaletê Zaranc xistiye bin kontrola xwe û hikûmeta Afgan nekariye teqwîyeya pêwîst bigihîne herêmê.