Trump ji bo terefdarên xwe: Welatê me pas de bigrin

Dîroka Weşanê :
Trump ji bo terefdarên xwe: Welatê me pas de bigrin

PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump di ser hesabê xwe yê Truth de, li ser lêpirsîna serdozgerê Herêmê yê Manhattanê ragihand:

“Niha li gor agahiyên ji baregeha serdozgeriya Manhattanê digihên me ku serokê wê ji aliyê George Soros de tê fînansekirin ku heya bêjî siyasî, niha bê pereye, ji ber ti sûcekî nikare îsbat bike, di ser çîrokên ku berê hatine pûçkirin de, namzedê komarî û serokê berê yê Amerîkayê roja îna bê, dê bê girtin. Protesto bikin û welatê xwe paşde bistînin.”

Stara fîlmên pornoyê Stormy Daniels ji ber di mijara ku bi Trump re seksê kiriye ji bo bêdeng bimîne, di sala 2016an de peymanekî bi 130 hezar dolarî îmze kiriye lê ji ber Trump paymanê îmze nekiriye, gotibû ku ti îtîbara peymanê tineye. Trump gotinên Daniels derew derxistibû û berya kampanya hilibjartinê ya sala 2016an parêzerê Trump Michael Cohen, ji bo Daniels li ser navê xwe 130 hezar dolar pere dabûyê û mijarê piştrast kiribû.