Trump: Ji hevdîtina Kim Jong re vekirî me
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, li balafira xwe ya taybet ji rojnamevanan re diyar kir ku ew îhtimala hevdîtineke bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un re ji holê ranake.
Serok Trump piştî ku serdana xwe ya Malezyayê bi dawî kir, ber bi Japonyayê ve bi rê ket û da ku bi serokwezîrê nû yê wî Japonî re bicive. Çaverê ye ku rawestgeha Trump a dawî Koreya Başûr be.
Trump bersiva pirsan da û anî zimên ku ew ji her cure derfetê re, tevî hevdîtina bi Serokê Koreya Bakur re jî vekirî ye û ew dixwaze tiştekî wisa bibe.
Ji ber ku Koreya Başûr ev çend roj in deverên bi nakok ên nêzîkî sînorê Koreya Bakur ji geştiyaran re girtine, ev yek wekî îhtimala ku Trump li wan deveran bi Kim Jong Un re bicive tê şîrovekirin.
Koşka Spî beriya geşta Trump diyar kiribû ku ti hevdîtineke di navbera Trump û Serokê Koreya Bakur de di rojevê de nîne.
Koreya Bakur berê ragihandibû ku bi şertê naskirina bernameyên wan ên nukleerî, serokê wê amade ye bi Trump re bicive.
Trump û Kim Jong Un di serdema yekem a serokatiya Trump de sê caran civiyabûn û hevdîtina dawî sala 2019an li herêma bêçek a di navbera Koreya Başûr û Bakur de pêk hatibû.
Meha borî Kim Jong Un ji medyaya fermî ya Koreya Bakur re gotibû ku bîranînên wî yên xweş bi Serok Trump re hene û bi şertê naskirina bernameyên wan ên nukleerî ku ew wan wekî tiştekî ku "bi ti awayî jê venagerin" dibînin amade ye pê re bicive.
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.