PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Kongreya Amerîkayê razî bûye, bi nirxê 4,21 milyar dolaran 16 balafirên F-16 û motorên wan bifiroşin Urdinê.
Ajansa Hevkariya Ewlekariya Parastinê ya Amerîkayê bi daxuyaniyekî ragihand, Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Urdinê biryara firotina balafirên F-16 C/D Block 70 û alavên wê bi bihayê 4,21 milyar dolaran daye.
Li gorî biryara ku ji Kongreya Amerîkayê re hatiye şandin, 12 balafirên F-16 C Block 70 û 4 balafirên F-16D Block 70, 5 motorên yedek û piştgirîyên alavên leşkerî cî digirin.