YEyê ji ber hêrişa li dijî Îsraîlê guvaşên li ser Îranê berfirehtir dike

YEyê ji ber hêrişa li dijî Îsraîlê guvaşên li ser Îranê berfirehtir dike

PeyamaKurd - Wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) biryar dan ku guvaşên ku ji ber şandina firokeyên bêmirov a ji Rûsyayê re ku li ser Îranê sepandîne, ji ber veguhestina mûşekan a Rojhelata Navîn û Deryaya Sor berfirehtir bikin.

Nûnerê Bilind ê Karûbarên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yên YEyê Josep Borrell di daxuyaniya xwe ya piştî civîna wezîrên derve û parastinê yên welatên endam a li Luksemburgê de ragihand ku yekîtiyê biryar daye ku ji ber hêrişa wê ya li dijî Îsraîlê guvaşên li ser Îranê berfirehtir bike.

Borrell wiha got: “Wek YE em gihîştin wê rêkeftina siyasî ku guvaşên ku şandina frokeyên bêmirov a ji bo Rûsyayê jî dihundurîne berfirehtir bikin. Her wiha me vê biryarê jî da ku çarçoveya guvaşên ku yekîtiyê li ser Îranê sepandiye, ji ber arastekirina frokeyên bêmirov û mûşekan a ji Rojhelata Navîn û Deryaya Sor re, hin berfirehtir bikin.

Wek tê zanîn; ji ber belavkirina çekên komkujer, binpêkirina mafên mirovan û şandina frokeyên bêmirov a ji Rûsyayê re, jixwe bernameya guvaşan a YEyê ya li dijî Îranê hebû.