Til Rifet û devera Sehbayê hat topbarankirin: 5 birîndar hene

Dîroka Weşanê :
Til Rifet û devera Sehbayê hat topbarankirin: 5 birîndar hene

PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê diyar kir; du rojên Şemî û Yekşemê, navçeya Til Rifet û devera Şehbayê ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê hat topbarankirin.

Rêxistinê da zanîn, di encama topbarana van du rojan de 5 kesên ji xelkê herêma Efrînê ku ji cih û warê xwe aware bûne, birîndar bûn.

Herwiha destnîşan kir, navên kesên birîndar bûne ev in; zarokê 10 salî Mihemed Welîd, Suzan Me'mû Umer ya 30 salî, Zeyneb Ehmed Ereb a 40 salî ya ji xelkê nahiya Raco, Hêvîn Reşîd a 40 salî ya ji nahiya Raco û Nîhad Mihemed Elî yê 32 salî yê ji xelkê nahiya Cindirêsê

Hêjayî bibîrxistinê ye, bajarokê Til Rifatê 35 kîlometre li rojhilatê Efrînê dikeve û mezintirîn bajarokê devera Şehbayê ye û xwedî cihekî stratejî di navbera bajarê Dîlok û Helebê de ye.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve, dora 250 hezar kes ji Efrînê derbider bûn û li Til Rifet û derdora wê (herêma Şehbayê) bi cih bûne.