PeyamaKurd – Îngîltere bi sedema pandemiyê qedexdeyê bo çûna 6 welatan bo hemwelatiyên xwe ragihand û wan 6 welatan xist nav lîsta sor. 6 welat Komara Domînîkê, Erître, Haîtî, Kuweyt, Moxolîstan, Tûnis û Uganda ne.
Welatên Malta, Madeira û Giravên Balear ê jî xist nav lîsta kesk.
Hukumeta Brîtanyayê lîsta xwe îro guncaw kir. Wezîrê gihandinê yê Îngîltere Grant Shapps ragihand ku biryar di 30 yê hezîranê de bi wextê Îngîltere siet di 04.00 an de destpêdike. Hukumeta naxwaze hemwelatiyên wan herin wan welatan û kesên ji wan weletan diçin Îngîltere 10 roj di karantina dewletê de li otêlê dimînin.
Shapps, ragihand ku li ser welatên Îsraîlê û Qudsê difikirin da wan bixin lîsta kesk.