Kurdistan | 7 wefat û 574 pêketiyên nû yên korona hatin tomarkirin

Dîroka Weşanê :
Kurdistan | 7 wefat û 574 pêketiyên nû yên korona hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 574 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 7 kes jî pê mirine.

Wezareta Tendirustiyê eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 574 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 75 kes li Hewlêrê, 276 kes li Silêmaniyê, 180 kes li Duhokê, 38 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 7 kesan jiyana xwe ji dest daye ku 3 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Raperînê ye û 616 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 173871 kesan, ya mirinan bû 4326 kes û heta niha 161179 nexweş jî baş bûne.