Kurdistan | Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin

Dîroka Weşanê :
Kurdistan | Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihan ku di nav 24 demjimêrên borî de 832 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kes jî pê mirina.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro 19ê Gulanê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 832 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 157 kes li Hewlêrê, 376 kes li Silêmaniyê, 233 kes li Duhokê, 61 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

Wezaretê diyar kir ku di nav 24 demjimêran de 8 kesan jiyana xwe ji dest daye ku ew jî 1 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 853 kes jî baş bûne ku ew jî 272 kes li Hewlêrê, 218 kes li Silêmaniyê, 302 kes li Duhokê, 11 kes li Helebceyê, 45 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 163017 kesan, ya mirinan bû 4184 kes û heta niha 146558 nexweş jî baş bûne.