‘Dayika Kurdan’ Danielle Mitterrand li Hewlêrê hat bibîranîn

Dîroka Weşanê :
‘Dayika Kurdan’ Danielle Mitterrand li Hewlêrê hat bibîranîn

PeyamaKurd - Li paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê, merasîmek ji bo bibîranîna dost û “Dayika Kurdan” Danielle Mitterrand a hevjîna Serokê berê yê Fransa François Mitterand hat lidarxistin.

Di merasîma ku ji aliyê dezgeha “Reg” ve hatibû organîzekirin de, konsûlê Fransa li Herêma Kurdistanê, parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî, komek parlementerê, nivîskar û rewşenbîr beşdar bûn.

Serokê Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê, Cemal Qasim di merasîmê de axivî û got, gelek dost û xemxorên kurdan hene û hebûne. Yek ji wan jî xanima hêja Danielle Mitterrand bû. Ew xanima hêja pir di xema kurdan de bû û di warê navdewletîkirina doza kurd de rolek aktîf lîst.

Li gorî nûçeya BasNewsî Qasim Cemal di merasîmê de got, Danielle Mitterrand bi alîkariya hevjînê xwe François Mitterrand, ku wê demê serokê Fransa bû, karîn civaka navdewletî razî bikin ku navçeya dijîfirrînê li ser Herêma Kurdistanê ava bikin. Ji ber wê jî em hurmeta keda wê digirin û bi qedirxanî wê bibîr tînin.

Piştî merasima bibîranîna Danielle Mitterrand, panelek jî li ser rola Fransa di alîkarîkirina Kurdistanê de hat lidarxistin.

Danielle Mitterrand sala 1924 li Parîsê ji dayîk bûye û 22yê Mijdara 201an jî koça dawî kiribû.

Danielle Mitterand dosta kurdan bû û ji ber alîkarî û piştevaniya bo kurdan wek Dayika Kurdan tê naskirin.