PeyamaKurd - Di maça Manchester City-Galatasaray de ku doh êvarê di Lîga Şampiyonan a UEFAyê de hat lîstin, xwepêşandanek ji bo piştgiriya Rojava pêk hat. Di dema maçê de sê kes ketin qadê û ala Kurdistanê vekirin. Piştî destwerdana hêzên ewlehiyê lîstik ji bo demekê hate rawestandin.
Manchester City û Galatasaray li Londonê di maça dawî ya qonaxa komê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de rastî hev hatin. Maç bi serkeftina 2-0 ya tîma malê bi dawî bû.
Di destpêka nîva duyemîn de, dema ku sê kes bi alên Kurdistanê ketin qadê, maç ji bo demekê hate rawestandin.
Hat hînbûn ku kesên ku ketin qadê ev xwepêşandan ji bo balkişandina ser Rojava pêk anîne.
Maç ji bo nêzîkî du deqeyan hate rawestandin ji ber ku karmendên ewlehiyê destwerdan kirin da ku xwepêşanderan ji qadê derxînin.
Di vê demê de, şîrketa weşanê, li gorî protokolên weşana zindî ya UEFAyê, wêneyên xwepêşandanê li qadê nîşan nedan; kamerayan ber bi herêma li derveyî qadê û ber bi tribunan ve hatin zivirandin.
Piştî ku xwepêşander ji qadê hatin derxistin, maç ji nû ve dest pê kir.