20 salî ket zîndanê û di 50 saliya xwe de derket

20 salî ket zîndanê û di 50 saliya xwe de derket

PeyamaKurd – Zîndaniyê bi navê Kemal Zengin Şakran di 20 saliya xwe de kete zîndanê û di 50 saliya xwe de derket. Zengin dema ji zîndanê derket ji aliyê EGE-TUHAYDER de hat pêşwazîkirin ku rêxistina hevkariya bi zîndaniyan re ye.

Li gor ajansa M.A yê; Kemal Zengîn di sala 1994an de di encama gilîyekî de li Serê Kaniyê (Ceylanpinarê) hat girtin. Sûcê ku îsnadê wî dikirin endamtiya rêxistinê bû lê cezayê heya bi heyayê danê.

Zengin karibû piştî 30 salan ji zîndanê derkeve.