Babacan: Em ê astengên li pêsiya zimanê dayikê rakin!

Dîroka Weşanê :
Babacan: Em ê astengên li pêsiya zimanê dayikê rakin!

PeyamaKurd –Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Geşepêdanê (DEVA) Alî Babacan ragihand ku dema werin ser deshilatê ew dê astengên li pêşiya zimanê dayikê rakin.

Babacan bal kişand ser anîna sîstema parlamentarî ya bihêzkirî û got: “Ji bilî zimanê me yê hevpar û fermî Tirkî, em ê mafê bikaranîna zimanê dayikê di hînkarî û perwerdehiyê de bi destûra bingehîn misoger bikin. Em ê astengên li pêşiya zimanê dayikê rakin. Ne kêm ne zêde armanca me demokrasiya tam e.”

Di berdewamê de jî Babacan diyar kir: “Bêyî cudakirina Tirk-Kurd-Ereb-Laz-Çerkes, çepgir-rastgir, Sunî û Elewî, bawermend û nebawermend, armanca me Tirkiyeyeke ku her kes bibe welatiyên wekhev û birûmet e.”

Herwiha Babacan got ku ew dê Cemxaneya jî wekî îbadetxane nas bikin û ji êşa Dayikên Şemiyê re ku bi deh salan e çalakiyên xwe didomînin re jî xemsar nemînin.