Berpirsên Hevpeymaniyê û Hewlêrê ji bo yekkirina hêzên Pêşmerge civiyan

Berpirsên Hevpeymaniyê û Hewlêrê ji bo yekkirina hêzên Pêşmerge civiyan

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê ya ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) serkêşiya wê dike li gel berpirsên payebilind ên partiyên siyasî û Hêzên Pêşmerge yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyan û li ser astengiyên li pêşiya yekbûnê gotûbêjê kirin.

Civîn îro li avahiya Serokatiya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.

Di civîna ku prosedorên pêvajoya çaksaziya ku Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê pêk tîne hate nirxandin de mijara rêxistin û yekkirina hêzên Pêşmerge bi awayekî berfireh hat gotûbêjkirin.

Di civînê de her wiha li ser pêşketinên pêvajoyê hate rawestîn û li ser pirsgirêkan û çawaniya çareserkirina wan nêrîn hatin pêşkêşkirin.

Hevpeymaniya navneteweyî tekezî li ser pêwîstî û gringiya berdewamî û serkeftina pêvajoyê kir û soza alîkariya cure hevkarî û piştevaniyê da. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dupat kir ku wê pêvajo bidome û hemû hewlên pêwîst ên ji bo çareserkirina pirsgirêkan wê bêne kirin.

Ev demek e hêzên hevpeyman bi taybetî DYA, ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge daxwaz dike ku hêzên Pêşmerge di bin yek hêzeke niştimanî de bikin yek.