PeyamaKurd - Nameyên nivîskar û rewşenbîr Nûredîn Zaza ji aliyê weşanxaneya Rûpelê ve li bakurê Kurdistanê hatin weşandin.
Weşanxaneya Rûpelê, nameyên siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Nûreddîn Zaza ku ji Hemreş Reşo û Hoşeng Sebriyê kurê Osman Sebriyî re nivîsandine wekî pirtûkekê çap û belav kir.
Pirtûk bi navê ‘Nameyên Nûreddîn Zaza’ hat weşandin û ew nameyên ku Zaza salên 1960î û heya dawiya salên 1980yî ji Reşo û Sebrî re hatine nivîsandin dihewîne.
Pirtûk ji aliyê Mahmûd Lewendî û Nedîm Baran ve hat amadekirin ku tê de Zaza hem behsa xwe dike û hem jî behsa rewşa siyasî, çandeyî û hunerî ya wan deman dike.
Rewşenbîrê kurd Nûreddin Zaza di van nameyan de tevî aliyên xwe ya rewşenbirî, wekî siyasetmedarekî jî li ser siyaseta cîhanê, rewşa kurdan û rewşa, têkilî û nakokiyên di navbera rêxistinên kurdan de fikr û ramanên xwe vedibêje. Di dawiya kitêbê de albûmeke wêneyên Nûreddin Zaza heye.
Derbarê Nûreddîn Zaza de
Di sala 1919an de, li bajarokê Madenê ser bi Elezîzê ji diya xwe dibe. Piçûkaniya wî li bakurê Kurdistanê derbas dibe. Piştî têkçûna serhildana Şêx Seîdî, li gel kekê xwe Dr. Ahmed Nafîzî derbasî Rojavayê dibe. Tevî temenê xwe yê piçûk, Zaza di rêxistinên kurdan de berpirsiyariyên girîng digire ser xwe û gelek nivîsên wî di Hawar û Ronahîyê de çap dibin. Piştî şerê Cîhanê yê duduyan li Swisreyê bi cî dibe û li zanîngeha Lozanê dest bi xwendina bilind dike. Di dema xwendekariya xwe de Komela Xwendekarên Kurd li Ewrûpa ava dike. Di sala 1957an de, navberiyê dide çalakiyên xwe yên li Ewrûpayê û diçe Suriyeyê. Li vir ji bo yekîtiya Kurdên Rojavayê dixebite û di avakirina Partiya Demokrat a Kurdistanê (Sûriye) de roleke girîng dilîze. Di vê navê de tê girtin. Her wiha di salên 1960î de gelek carên din tê girtin û di zindanên Sûriye, Iraq, Urdun û Libnanê de dimîne. Di sala 1969an de vedigere Lozanê û ji bo pêşxistina zimanê kurdî dixebite. Di nav danerên Enstîtuya kurdî ya Parîsê de cî digre û berî mirina xwe bi salekê berhema Ehmedê Xanî ya bi navê Mem û Zîn werdigerîne zimanê fransizî. Kitêba wî ya Ma vie de Kurde çap dibe û li Ewrûpa dengekî mezin dide. Di 7ê çileya paşîn a 1988an de, li Lozanê ji ber nexweşiya penceşêrê koça xwe ya dawî dike.