Hevpeymaniya Navdewletî li ser lîwayên hevbeş daxuyanî da

Hevpeymaniya Navdewletî li ser lîwayên hevbeş daxuyanî da

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, komeke şêwirmendî ya girêdayî Wezareta Pêşmerge dê şîretan li hêzên Iraqî û Pêşmerge bike û wê li navçeyên di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de piştevaniya lîwayên hevbeş bike ji bo dagirtina valahiya ewlehiyê.

Di daxuyaniya Hevpeymaniya Navdewletî de derbarê rewşa mijara gotinê de hatiye gotin, ku Koma Şêwirmendiya Hevpeymaniyê wê li ser rawêjkarî û rahênanan berdewam be, herwiha komek şêwirmendî ya girêdayî Wezareta Pêşmerge jî wê şîretan li hêzên Iraqî û Pêşmerge bike.

Herwiha di daxuyaniya ku hat dayîn de derbarê êrîşa balafirên bêmirov ên li qada xazê ya Kor Mor de hat kirin de êrîş bi tundî hat şermezarkirin û ev daxuyanî hatin dayîn.

 “Êrîşên bi vî rengî metirsiyeke cidî li ser aramî û bextewariya gelê Iraqê bi giştî çêdike. Êrîşên li dijî hêzên Koalîsyona Navdewletî leşkerên me û gelê Iraqê dixe metirsiyê."

"Em ê ti carî ji parastina hêzên xwe dudilî nebin"

Hevpeymaniya Navdewletî herwiha eşkere kir ku ew li navçeyên di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de piştevaniya lîwayên hevbeş dikin daku valahiya ewlehiyê ya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de tijî bikin.

Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Iraqê hat kirin ku ji bo parastina hêzên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyeyê ji êrîşên komên çekdar û milîsan tedbîrên pêwîst bigire û wiha hat gotin: "Eger ev êrîş dewam bikin, em ê wekî berê ji parastina hêzên xwe dudilî nebin."

Ji aliyê din ve di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hevpeymanî bi erkê têkbirina DAIŞê re girêdayî ye û ji bo aştî û aramiyê kar dike.