PeyamaKurd – Hevşaredarên Rêya Armûşê ku li şûna wan qeyûm hatibû erkdarkirin Azim Yacan û Şehzade Kurt û îro bo edliyeyê hatin sewqkirin û piştre hatin girtin.
Hevşaredarên navçeya Rêya Armûşê ya Wana Bakurê Kurdistanê ku li şûnwan qeyûm hatibû erkdarkirin Azim Yacan û Şehzade Kurt hatin girtin.
Hevşaredarên Rêya Armûşê Şehzade Kurt û Azim Yacan 8ê Mijdarê bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propogandaya rêxistinê’ hatbiûn desteserkirin û 9ê Mijdarê jî li şûna wan qeyûm hatibû erkdarkirin.
Piştî wergirtina îfadeyan, Kurt û Kayacan ji aliyê şanda dadgehê ve hatin girtin û bo Girtîgeha Wanê ya tîpa wê ‘T’ hatin şandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di hilbijartinên 31ê Adarê de namzedên HDPê Azim Yacan û Şehzade Kurt bi wergirtina ji sedî 54.47ê dengan ji aliyê gel ve wekî hevserokên şaredariyê hatibûn hilbijartin.