PeyamaKurd – Birîna komkujiya di sala 2015an de ji aliyê DAİŞê li Kobanî hatibû kirin qalik nagre.
Di sala 2015an de, DAIŞ li hemberî berxwedana Kobanî têk çûbû. Piştî vê tekçûnê, bi hevkariya hin dewletan, 25ê Hezîranê di berbanga sibehê 80 kesê DAİŞî bi 5,6 otomobîlan ve, di saet 03.00-04.00an, bi awayekî veşartî bi kincên YPGîyan, ketin nava bajarê Kobanî û di xew de êrîşî xelkê Kobanî kirin.
Di xew de welatî hatin serjêkirin û kuştin.
Di encama êrîşê de nêzî 500 welatiyên Kobanî ji aliye DAIŞê ve şehîd ketin, 250 kes jî birîndar bûn.
Xelkê Kobanî navê wê şeva reş kirine ‘Şeva Xedarê’
Li gor zanyariyan, heta niha bi vî rengî komkujiyek li Rojava neqewimiye.