PeyamaKurd – Bajarê Kerkûkê bi suîqesteke çekdarî ya ku di nava rojê de pêk hat, hejiya. Efserê pilebilind û serokê berê yê Qereqola Polîsan a Erefayê, Serheng Zeîd Adil, li ber deriyê mala xwe rastî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên ku Berdevkê Polîsê Kerkûkê, Serheng Emîr Nûrî Şiwanî dane çapemeniyê, bûyer piştî nîvro li taxa Erefayê qewimiye. Kesên nenas li ber mala Serheng Zeîd Adil kemîn danîne û bi kêmî ve 4 gule li stû û singê wî reşandine. Serhengê birîndar bi hawara welatiyan gihandin nexweşxaneyê, lê tevî midaxeleyan nehat rizgarkirin. Serheng Zeîd Adil bavê sê zarokan bû û di Daîreya Polîsê Kerkûkê de wekî berpirsekî girîng ê Wezareta Karên Hundir kar dikir.
Hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê piştî bûyerê tavilê dest bi operasyonê kirin. Pêşveçûneke balkêş a vê suîqestê ew e ku piştî demekê, ajokarê wesayîta ku êrîşkar pê reviyabûn, li ser rêya navçeya Taze mirî hat dîtin. Tê texmînkirin ku şofêr ji bo neyê naskirin ji aliyê tîma suîqestê ve hatiye îdamkirin.
Kujerê şofêr gumanên ku êrîş ji aliyê komeke profesyonel û rêxistinkirî ve hatiye plankirin xurt kirin. Polîsên Kerkûkê ji bo eşkere kirina hûrguliyên her du bûyeran û girtina kujeran, lêpirsîneke berfireh li ser dîmenên kamerayên çavdêriyê dane destpêkirin. Li seranserî xalên ketin û derketina bajêr tedbîrên ewlehiyê hatine zêdekirin.