Li Kolik (Kahta) a Semsûrê (Adıyaman) zilamekî jina xwe bi kêrê kuşt
PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li navça Kolikê (Kahta) di navbera jin û mêrekî de pevçûn derket. Zilam Ali Y. bi jin a xwe Esra Y. re munaqeşe kir û paşî Ali Y. bi kêrê li jina xwe Esra Y. xist. Di bûyerê de Esra Y. jiyana xwe ji dest da.
Dema cendirme û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê dîtin ku Esra Y. jiyana xwe ji dest daye.
Tîmên cendriman ketin pey gumanbar Ali Y. û wî xistin binçav. Cenazê Esra Y. ji bo otopsiyê birin nexweşxana Semsûrê ya lêkolîn û perwerdê.
Paşî cenazê wê birin memleketê wê navça Bîrecikê ya bi ser bajarê Rihayê.